H’emû nûçeSereke

Mîyaserkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” wê garantîyayên ewlehkarîyê sazke:Arayîk Harûtyûnyan

Wextê hevraxeberdanên derheqa pêşxistina pêwandîyaye li herêmê, em bi prînsîpa nêzîkbûna wekehevtîyê, boy pêşeroja gulvedayî, pêşda tên.Derheqa wê yekêda wextê konfêransê, serokê admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê Arayîk Harûtyûnyan gotîye.

Bi gotina wî, hukumata Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” amade kirîye û ew yek beşeke rojeva aşîtîyêye.Ewî serda zêde kirîye, wekî li vir pêşkeftina pêwandîya girînge: rêyên hesinîye nû, rêyên avtomaşîna, lûla, çêkirina xetên êlêktrîkî û usa jî dasekinandina sîstêmên berê.

Arayîk Harûtyûnyan gumane, wekî bi saya vî hemû tiştî bona hemû welatên herêmê, garantîyayên ewlehkarîyê wê sazbin.

“Ermenîstan amadeye bona wê projeyê gavên praktîk biavêje û hîvîya piştgirîya hevkarên navneteweyîye”,- Arayîk Harûtyûnyan gotîye.

“Ermenîstan baware, wekî bi rîya edil dikarin usa jî bighîjine helkirina pirsgirêka.Ermenîstan amadeye emekê xwe bike nava pêvajoya îzbatkirina aşîtîyê”,-Harûtyûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button