H’emû nûçeSereke

Pêşezanê ji Hindistanê li Yêrêvanê gotîye wekî Dêlîyê hemû tiştî bike ku li Qafqasîyayê agrêsorên nû pêşda neyên

Bona Hindistanê Ermenîstan li Qafqasîya Başûr hevkara berbiçeve.Yêrêvanê her dem nava pirsa Kaşmîrêda piştgirîya Hindistanê kirîye, Ermenîstanê her dem bona cedandina Hindistanê, ya bona bûyîna endama şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, piştgirî daye . Li herêmê Ermenîstan welatê tek-tenêye, tevî kîjanê Hindistan nava pêwandîyên dostîyêdane.Derheqa wê yekêda wextê konfêransa herêmî, serokê  organîzeya civakî, ya dostîya ermenîya û hinda, Ranancayî Anand gotîye.Ewî usa jî gotîye, wekî tevî Adirbêcanê û Gurcistanê jî pêwandîyên baş  hene.

“Feqet, bi hesabhildana pirsgirêkên Ermenîstanêye nava goveka ewlehkarîyêda, Hindistan dicêribîne piştgirîyê bide Yêrêvanê.Gilî derheqa sazkirina balansa qewatadane, bona ku agrêsorên nû pêşda neyên.Dostîya tevî Ermenîstanê nade kifşê, ku dijminatî wê tevî welatên mayîn hebe.Em li herêmê balansê saz dikin”,- pêşezan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button