H’emû nûçeSereke
Serokê parlamênta Ermenîstanê bi nama fermî îzbat kirîye wekî ewê beşdarî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nebe
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan bi nama fermî îzbat kirîye wekî ewê beşdarî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nebe.Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê ragîhandîye.
“Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wê 19 ê kanûnê beşdarî civîna şêwira parlamêntîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nebe.Beşdarî civînê wê nebe usa jî dêlêgasîya parlamênta Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda Alên Sîmonyan bi namê îzbat kirîye û ew name ser navê serokê parlamênta Rûsîyayê Vyaçêslav Volodîn hatîye şandinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.