H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê dixweze bi hemû alîyava tevî Ermenîstanê hevkarîyê bike, nava wêda usa jî nava goveka ewlehkarîyêda: Maragos

Dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê hevtîya derbazbûyî li Ermenîstanê qesidîye û Yekîtîya Avropayê dixweze hevkarîya tevî Ermenîstanê ya nava hemû govekada bide berfirehkirinê.Derheqa wê yekêda serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragosê bayloz gotîye rojnamevana.

“Gelek gotûbêjkirinên aktîv hebûne, encamên kîjana wê li ber welatên Yekîtîya Avropayê bêne raberkirinê û zûtirekê pêşnîyarên konkrêt wê hebin. Em dixwezin bi hemû alîyava hevkarîyê bikin, usa jî nava goveka ewlehkarîyêda”,-Maragos gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku nava goveka ewlehkarîyêda hevkarîya çi cûreyî  dikare hebe, Maragos gotîye: “Em berbi aşîtîyê diçin û nava wê govekêda hevkarî wê berfirehbe. Hûn zanin, wekî Yekîtîya Avropvayê bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê monîtorîngê dike û bi saya wê yekê halê sert kêm bûye.Em amadene tevî  welatên endam gotûbêjkirina mîyasekin bona ku wê yekê bidine berfirehkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button