H’emû nûçeSereke

Adirbêcan sîliha çê dike û dişîne Ûkraînayê: “Rîbar”

Adirbêcan sîliha çê dike û dişîne Ûkraînayê.Derheqa wê yekêda kanala Têlêgramê, ya bi navê “Rîbar” nivîsîye.

“Aktîvîstê Ûkraînayê qirar kirîye ku bi wê yekêva firnaxbe, wekî “welatekî hevkar” topên 122 mîlîmêtrê çê dike û wêneyê wan cîhwar kirîye. Rojnamevanê kanala RTVI ê  nava vîdêyoyê û wêneyada dîtîye wekî sîmvolên kompanîya azêrîya li ser wane û merkeza wê jî li Bekûyêye.Eva şedetîya ewline wekî Adirbêcan bona rêjîma Kîyêvê sîliha çê dike û dişîne wir.Bi texmîn, ew yek usa jî bi perên Brîtanîya Mezin tê kirinê. Bi wî cûreyî jî azêrîya berê mecalên bêqezîyakirina mîna dişandine Ûkraînayê.Tabîya desthilatdarîya Bekûyê, ya hindava opêrasîyona leşkerîye mexsûs, zûva eyane”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button