H’emû nûçeSereke
Bona mîyaserkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hesabên êkonomîkî hatine kirinê: serokwezîr

Bona mîyaserkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hesabên êkonomîkî hatine kirinê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî bersiva parlamêntvanê ji frakîsya “Ermenîstan” Artûr Xaçatryan daye, ku gelo hesabkirinên wê projeyê hene, yan na û heger ew proje bê mîyaserkirinê, kara çi cûreyî wê hebe.
“Hesabkirin hene û ew ji alîyê organîzeyên navneteweyîda hatine kirinê. Ev proje ne tenê hesabkirina êkonomîkî nîne, lê ew diha berfireye û kemala wê ne tenê ya êkonomîkîye, lê usa jî ya sîyasî, ewlehkarîyê û herêmîye”,- Paşînyan gotîye.







