H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê bikaribe îskelên îranî jî bide xebatê: wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê

Wextê seredana li Têhranê,  cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Narêk Têryan rastî cîgirê wezîrê Îranêyî rîya û avayîçêkirinê, îskela Alî Akbar Safayî hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê elam kirine.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêwandîyên dualî, bi taybetî  yên mîyaserkirina cîguhastina baraye di navbera herdu welatada, hatine gotûbêjkirinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan dikare bona Îranê bibe welatê tranzît, ya berbi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û welatên avropî, lê Îran jî bona Ermenîstanê dikare bibe tranzîta berbi welatên Asîya Navîn û Hindistanê.

Alîyê îranî elam kirîye, wekî ew amadene ku bona kompanîyayên ermenî qewilên milahîm bidine  çareserkirinê, ku ew îskelên îranîra derbazbin.Pevketin hatîye destanînê ku bona wê yekê peymanê amade bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button