H’emû nûçeSereke

Pêvajoya dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê gelekî dijwar û dirêjbe: cîgirê serokwezîr

Pêvajoya dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê gelekî dijwar û dirêjbe.Li gorî ragîhandina “Armênprês” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan li parlamêntê gotîye.

“Pêvajoya kifşkirina sînora wê gelekî dijwar û dirêjbe, ew yek li ber çevaye.Tê bêjî femdarîya  dualî heye, wekî ew yek li ser hîmê dokûmêntên hiqûqî bê mîyaserkirinê.Ya duem ewe, wekî emê bi xerîta bixebitin, yên ku ne ku wênene, yan sixêmayên tîpa xerîta, lê ew xerîtên topografîkin. Mesele xerîta sala 1975 a gerekê bi hûrgilî bê lêkolînkirinê.Hevdîtina usa wê tunebe, piştî kîjanê em bên û elamkin, wekî pêvajoya dêlîmîtasîyayê ser hevda hatîye”,-cîgirê serokwezîr gotîye.

Derheqa encamên hevdîtina dawîda, cîgirê serokwezîr gotîye, wekî ew pevketine qeydê xebatê îzbatkin, yê ku gerekê şuxulkarîya xebatê  bîne ber çeva.

“Ez difikirim, wekî nava wedê nêzîkda ew yek wê bikeve nava rojeva civîna hukumatê û paşê emê birîyarkin ku hevdîtinên xwe zêdetir bidine aktîvkirinê”,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button