
Bona rojnamevana ajansa dewleta Adirbêcanê AZERTAC ê Aygyûn Hasanovayê hatîye qedexekirinê ku bikeve axa Kalêdonîya Fransîyayê.Ajansa Adirbêcanê nava elametîya xweda dibêje, wekî vîza wê hebûye.Xêncî wê yekê ew rojekê li beşa polîsîyayê xweyî kirine û paşê ji welêt dêport kirine. Nava elametîya ajansêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî dewleta Fransîyayê bi hemû cûreyî dicêribîne belavkirina înformasîyayên derheqa şerkarîya bona serbestîyê bidine sînorkirinê û qedexekirin pêşda hatibû danînê.
Em bêjin, wekî Adirbêcan bi dereca dewletê êrîşa dijî Fransîyayê mîyaser dike û cêrge merasîm dijî Fransîyayê tên mîyaserkirinê.







