Serokê komîsîya Sênata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî Blînkên kirîye ku admînîstrasîya Elîyêv bona paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê

Serokê komîsîya Sênata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Bên Kardîn bangî sêkrêtarê dewletê Êntonî Blînkên kirîye ku admînîstrasîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bona paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê, li ber cabdarîyê bidine sekinandinê û piştgirîya Amêrîkayê bona ermenîyên Qerebaxê berdewam bikin. Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê li ser hîmê nama sênator, ya ser navê Blînkên ragîhandîye.
“Ez bi kûrayî xemgînim, wekî Adirbêcan dikare pêşerojêda opêrasîyonên leşkerî mîyaserke bona ku bighîje destanînên sîyasîye zêde, bi taybetî alîyê wa gotî “Korîdora Zangêzûrê”.Ez berbirî we dibim, ku tevî hevkarên navneteweyî û organîzeyên cuda-cuda bixebitin, ku admînîstrasîya Elîyêv bona wan kirina li ber cabdarîyê bidine sekinandinê”,- Kardînê sênator Blînkêra nivîsîye.







