Alên Sîmonyan menîya derheqa beşdarnebûna wextê civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv raber kirîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan daye zelalkirinê ku bona çi ewê beşdarî civîna parlamêntîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nebe.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî ew tu meremî nava beşdarbûnêda nabîne.
“Hene pirsên helnekirî, meriv borcdarîyên xwe naqedînin.Em tenê rexnekirinên derheqa Ermenîstanêda dibihên, lê heger em lê binihêrin, piştî 9 ê mijdara sala 2020 î, alîyê azêrîya çawa tifaqdara Rûsîyayê, gelek cara ew ji alîyê xirabda nîşan daye, ji kuştina leşkerên rûs destpêkirî, hetanî teribandina pevketina.Dêmek Adirbêcanê çi xwestîye li herêma me kirîye û Rûsîyayê bersiva wê yekê nedaye, yan jî nikaribûye bide”,- Sîmonyan gotîye.
Serokê parlamêntê bîr anîye, wekî alîyê rûsa qalme-qalmeke mezin bilind kiribû, dema ku Ermenîstanê alîkarîya hûmanîtarî şandibû Ûkraînayê, lê alîyê azêrîya gelek cara alîkarîya wî cûreyî şandibû û serokê Ûkraînayê jî gelek cara razalixî elamî serokê Adirbêcanê kirîye.
Feqet me ji devê Rûsîyayê tu tişt nebihîst.Qayîlnivîsara 9 ê mijdarê hatîye teribandinê, pevketinên hundur hatine teribandinê.Mixabin sirîya Ermenîstanêda Rûsîya gelekî bi dilêşî bersivê dide, lê sirîya Adirbêcanêda yan nikare, yan jî nake”,- Sîmonyan gotîye.







