H’emû nûçeSereke

Rûsîya dicêribîne hal destê xweda xweyke, lê bi wê yekêva texmîn nake wekî ew zûva ji destê wê çûye: serokê parlamêntê

Serokê parlamênta Ermenîstan Alên Sîmonyan derheqa wê yekêda xeberdaye ku Adirbêcan bona çi ji  hevraxeberdanên li ser dikên rojavayî xwe dûr digre.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wextê qisa tevî rojnamevana, Sîmonyan daye bawarkirinê, wekî bona Ermenîstanê firqî tune ku hevraxeberdan li kîderê wê pêk bên, ya sereke ewe, ku cîhê wî cûreyî hebe û Adiribêcan wê yekê baş zane.

“Bona çi Adirbêcan beşdarî wan hevraxeberdana nabe, çimkî, bi fikira min, ew paqijkirinên êtnîkî ku hatine mîyaserkirinê û hevkarên navneteweyî ew yek dîtin, Adirbêcan kirine  nava halekî giran û ew yek li ber çevaye.Çawa hevkarê navneteweyî, bi qîmetkirina min, Adirbêcanê xwe gelekî xirab xweyî kirîye.Eve menî wekî ew niha xwe ji dikên navneteweyî dûr digre.Îdî hemû kes jî zanin, dibînin ku firqîya di navbera alîyên ermenîya û azêrîya çiye”,- Sîmonyan gotîye.

Bi xeberdana derheqa wê yekêda wekî gelo Rûsîyayê ew yek nedîtîye, serokê parlamêntê gotîye: “Bersiva Rûsîyayê diha gelekî mînanî wê yekêye, wekî ew dicêrbiîne hal destê xweda xweyke û texmîn nake, wekî ew yek ji destê wê zûva çûye.Mesela here kifş êrîşa ser Qerebaxêye, lê wezîreta Rûsîyayêye karên der jî bi elametîyêva berbirî Ermenîstanê û Adirbêcanê dibe.Rûsîyayê, çawa garanta dokûmênta 9 ê mijdarê, şuxulkarîya xwe nekir.Aşîtîparêza çi kir? Aşîtîparêza rêberîya ermenîya kir ku ew ji Qerebaxê derkevin. Gelo ew bû şuxukarîya wan?”.

Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî ew bi dilêşî derheqa wê yekêda xeber dide ku leşkerên rûs li Qerebaxê şihîd ketine, lê serda jî zêde kirîye, wekî leşker piştî opêrasîyonên leşkerî hatine kuştinê. “Aşîtîparêza li Qerebaxê tu tişt nekirine”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button