H’emû nûçeSereke
Desthilatdarîya Ermenîstanê ji bo hilgirtina çeka, îşiqa kesk dide
Li Ermenîstanê pêwîstîe ku bi dereca qanûndarîyê pirsa mafê xweparastina welatîya ya bi xebitandina sîliha helkin. Derheqa wê yekêda, wextê civîna parlamêntê wextê gotûbêjkirina wê pirsê, parlamêntvanê ji partîya “Peymana sîvîl”, Vîlên Gabrîêlyan gotîye.
Bi gotina parlamêntvan, dokûmênta raberkirî bi wî meremîye, ku sporta agirkirinê bidine pêşxistinê. “Ew yek usa jî bona wê yekêye, ku pirsên ruşetxwerinê bidine kêmkirinê, sîlihên neqanûnî bidine kêmkirinê û wana bere-bere bidine berevkirinê”,-Gabrîêlyan gotîye.
Welatîyên Ermenîstanê wê mafê hilgirtina sîlih bistînin, heger cêrge dewekarîya bidine razîkirinê. Dikevine nava wan qewînbûna pisîxolocî, lîsênzîya anegor û cêrge tiştên mayîn.