H’emû nûçeSereke

Gelo bahê azaberdana  32 dîlên ermenî kîjane: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê şirove dike

Nava van hevraxeberdana, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda tu  alîkî mayîn beşdar nîbûye. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna bi têlêvîzîyona Civakî, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku Adirbêcan dewsa  çi qayîl bûye ku dewsa leşkerên azêrî 32 dîlên ermenî biguhêre,Armên Grîgoryan gotîye, wekî ew yek encamên hevraxebrdana û qayîlîyê bû.

“Hûn derheqa konfêransa guhartina klîmayêda zanin û ev bûyar bona Adirbêcanê girîng bû.Ermenîstan jî sirîya xweda berbir bibû, ku wê konfêransê li Ermenîstanê teşkîlkin.Wî çaxî hevraxeberdan jî destpê bibûn û Adirbêcanê jî hewaskarîya mezin hindava konfêransê  dida kifşê.Ermenîstanê kandîdatîya xwe paşda hildaye û piştgirîya kandîdatîya Adirbêcanê kirîye.Bi vî cûreyî em bi hevra qayîl bûne”,-ewî gotîye.

Sêkrêtarê ewlehkarîyê gotîye, wekî ev yek usa jî gaveke hûmanîtarîye û gaveke bona nêzîkbûna peymana aşîtîyêye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî pêşda Grîgoryan gotibû, wekî Adirbêcan pevketina diteribîne û bona wê yekê garantîyayên navneteweyî pêwîstin û nava wî halîda bona çi çûne hevraxeberdanên dualî, Grîgoryan bersiv daye wekî ew hemû cûre hevraxeberdanara qayîlin, ku bighîjine îmzekirina peymana aşîtîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button