H’emû nûçeSereke

Ji Yêrêvanê bersiva wan gotinên rûsa dane, kîjana gotibû ku Ermenîstan ji Rojavayê sîlihên nebaş dikire

Ji Yêrêvanê bersiva wan gotinên rûsa dane, kîjana gotibû ku Ermenîstan ji Rojavayê sîlihên nebaş dikire.

Li gorî ragîhandina “Armênprês” ê, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der, Sargîs Xandanyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan wê yekê baş gotûbêj dike ku sîlihên çi cûreyî dikire û nava wê pirsêda aminaya hevkarîyê heye.

“Ez nava goveka leşkerîda pêşezan nînim, lê ez difikirim, wekî Ermenîstan gelekî baş lêkolîn dike ku sîlihên çi cûreyî dikire û di navbera alîyada jî aminaya dualî heye.Bona zelalkirina pirsêye bi hûrgilî, ezê pêşnîyarkim, ku berbirî wezîreta parastinê bibin, bona ku ew bidine bawarkirinê, wekî şirovekirinên ji alîyê rûsada ne yên rastin”,-Xandanyan gotîye.

Çi ku derheqa peymana di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêdane, ya derheqa frotana sîlihada, Xandanyan gotîye, wekî wextê hevdîtina ew pirs tên zelalkirinê.

“Ez hêvîdarim,wekî pirsê nava atmosifêra hevkarîyêda bê helkirinê û ew borcdarîyên ku Rûsîyayê hildane ser xwe, wê bêne qedandinê”,-Xandanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button