SerekeSîyasî

Lêpêxîn: Ermenîstan, Adirbêcan û Amêrîka bonûsên xwe stendin, lê Rûsîya  Qafqasîya Başûr dihêle

Ne Bekû, ne jî Yêrêvan hewcê navçîgarîya rûsî nînin.Ew nava wê pirsêda bi hevrane, herger Rûsîya ji Qafqasîya Başûr derkeve. Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, sîyasîzanê rûs, Vladîmîr Lêpêxîn gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî tifaqdarên Adirbêcanê hene, nava wanda Tirkîya, lê Ermenîstan berbi Rojavayê diçe, bo wê yekê jî Rûsîya tu kesîra pêwîst nîne.

“Birîyara Elîyêv, ya derheqa azaberdana dîlên ermenîda, bona alîkarê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dîyarî bû, yê ku van axirîya çûbû Adirbêcanê.Alîkarê sêkrêtar dixweze encamên sefera xwe bide kifşê. Bi wê yekêva usa jî Blînkên hewaskare. Elîyêv wê yekê baş fem dike û bona ku alîkarê sêkrêtar qayîlbe û bêje, wekî Adirbêcan bi rîya rast diçe, ew gerekê dîyarîyê bide.Bo wê yekê jî Elîyêv usa kir û birîyara derheqa azaberdana dîlada got.

Hemû alî jî bonûsên xwe stendin, lê bonûsa here mezin Amêrîkayê stend, ya ku razîbe, ku ew hal kontrol dike û çawa aşîtîparêz dikeve herêmê, lê Rûsîya ji wir dûr dikeve”,-pêşezan gotîye.

Ewî gotîye, wekî diqewime Moskva çawa bersiva wê yekê bi înîsîyatîva teşkîlkirina hevdîtina Ermenîstanê û Adirbêcanê pêşda bê.

Bi gotina wî, Rûsîya nikare hal li herêmê bide qerimandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button