H’emû nûçeSereke

Li gorî melûmetîyên 11 mehên sala îsalin du mîlyon 200 000 tûrîst li Ermenîstanê qesidîne û ew yek bona welêt rêkorde: Kêrobyan

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan beşdarî merasîma dawîya salê, ya komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê bûye. Derheqa wê yekêda ji wezîretê elam kirine.

Nava axaftina xweda Vahan Kêrobyan daye dîyarkirinê, wekî projeya qanûna derheqa tûrîzmêda, li parlamêntê bona gotûbêjkirinê hatîye raberkirinê, meremê kîjana ewe ku goveka tûrîzmê bidine qeydekirinê.

Bi gotina wî, nava çar salên dawîda învêstîsîyayên hukumatêye nava goveka tûrîzmêda, 6,5 cara  zêde bûne.

Li gorî melûmetîyên 11 mehên sala îsalin, du mîlyon 200 000 tûrîst li Ermenîstanê qesidîne û ew yek bona welêt rêkorde.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button