H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva gunehkarkirinên Adirbêcanê ya  derheqa “Bastîyona” da daye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der, bi hîvîkirina Spûtnîk Armênîyayê, derheqa gunehkarkirinên wezîreta Adirbêcanêye karên derda şirove kirîye, yên ku girêdayîne stendina maşînên zirihkirîva, yên ku ji Fransîyayê tên.
“Her welatek nava sînorên serbixwetîyê û mafên xweda dikare tevî welatên mayîn nava govekên cuda-cudada hevkarîyê bike, ya ku bona pêşxistina ewlehkarîyê û karebûnên xweparastinêye”,-wezîreta Ermenstanêye karên der daye dîyarkirinê.
Meha mijdarê wezîreta Adirbêcanêye karên der elam kiribû, wekî ew birîyara derheqa şandina maşînên fransîye zirihkirî gunehkar dike û ew Parîzê bona sîlihkirina herêmê gunehkar dike. 8 ê kanûnê serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan şandina maşînên zirihkirî çawa “provokasîya” nav kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button