H’emû nûçeSereke
Xandanyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê kengê tevî Adirbêcana aşîtîyê îmzeke
Serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pêwandîyên der Sargîs Xandanyan daye dîyarkirinê, ku kengê Ermenîstanê peymana aşîtîyê tevî Adirbêcanê îmze bike.
“Ermenîstanê peymana aşîtîyê wî çaxî tevî Adirbêcanê îmzeke, dema ku li ser xwe gumanbe, wekî ew yek wê li gorî berjewandîyên Ermenîstanê û li gorî aşîtîya herêmêbe. Prînsîpa naskirina yekîtîya têrîtorîya gelekî girînge û Adirbêcan gerekê wê yekê îzbatke”,- Xandanyan gotîye rojnamevana û bersiva elametîyên opozîsîyayê daye.
Bi gotina wî, heger Adirbêcan dîsa bi cûrê neçêkirinê xwe wextê hevraxeberdana bide kifşê, wî çaxî Ermenîstanê berbirî hevkarên navneteweyî bibe, yên ku amadene û cabdarî hildane ser xwe ku ew jî beşdarî hevraxeberdana bibin û li ser Adirbêcanê tehsîrkin.