Çend welatên endamên Yekîtîya Avropayê alîkarîya xwe ji bo aşîtî û ewlehîyê li Qafqasîya Başûr elam dikin

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di çarçoveya li civîna Bryûsêlê, ya bi formata konsêya wezîrên Yektîya Avropayêye karên der, rastî gelek wezîrên welatên Yekîtîya Avropayê û serokên Yektîya Avropayê hatîye
Piştî rasthatina, wezîrên karên der yên çend welatên endamên Yekîtîya Avropayê piştî hevdîtinên bi Ararat Mîrzoyan re, li ser mîkroblogên xwe ya X ê nivîsarê hiştine.
“Hevdîtina baş bi wezîr Mîrzoyanra. Me piştgirîya Yekîtîya Avropayêye sîyasî ji bo Ermenîstanê dubare kir û me derfetên berfirehkirina hevkarîyê, aştîya domdar ya li herêmê bi pêş xist”,-wezîra Bêlçîkayêye karên der Haja Lahbîbê nivîsîye.
Wezîrê Maltayêyî karên der Yan Borg dîyar kir ku Malta çawa welatekî ku serokatîya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê dike, wê ji bo aramî û ewlehîya herêmê piştgirîyê bide.
Wezîra Rûmînayêye karên der Lûmînîsa Odobêskûnê daye kifşê ku welatê wê piştgirîyê dide rojeva hevkarîya Yekîtîya Avropayê ya bi Ermenîstanê re. “Rûmanîya amade ye ku bi Ermenîstanê re bi dualî, hem jî li ser asta Yektîya Avropayê kar bike”,- ewê nivîsîye.







