H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê têra dibîne wekî piştgirîya usa gelekî mezin nedaye Ermenîstanê

Wekîlê fermî, yê sîyaseta Yekîtîya Avropayêye der Pêtêr Stano elamî rojnamena rûsîye “ Îzvêstîya” ê kirîye, wekî meremê Yekîtîya Avropayê tune ku tevî Ermenîstanê telîmên leşkerî pêk bîne.

Ewî gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê tifaqa leşkerî nîne, lê organîzeya qîmetîyên sîyasî û êkonomîkîye.Bi gotina wî, meremê Yekîtîya Avropayê tune ku leşkerên ermenî bide hînkirinê.

Ewî serda zêde kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê wê pirsê lêkolîn dike, ku bi destî fonda Avropayêye aşîtîyê mecala piştgirîyê, ya ne ewqasî mezin bidine eskerên ermenî, lê birîyarên konkrêt hê tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button