H’emû nûçeSereke
Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hevfemkirin heye, wekî xêncî peymana aşîtîyê rêyeke başqe tune: parlamêntvan

Bi qîmetkirina parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Vaxarşak Hakobyan Ermenîstan û Adirbêcan bona peymana sîvîl nava hevraxeberdanên kûr û kardardanin.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Hakobyan derheqa wê yekêda gotîye rojnamevana.
“Komara Ermenîstanê niha tevî Adirbêcanê nava pêvajoya hevraxeberdanadane, yên bona peymana aşîtîyê. Rojeva meda peymana aşîtîyêye. Bi fikira min, em gerekê hemû mecala bidine xebatê, ku peymana aşîtîyê îzbatbe û ew bibe rastî”,-Hakobyan gotîye.
Bi wê yekêva tevayî parlamêntvan daye bawarkirinê,wekî Ermenîstan nikare çevê xwe li ser wan xirabkarîyên hindava welatîyên xwe bigre û li hemû cîha derheqa bûyarên li Qerebaxê dibêje.







