H’emû nûçeSereke
Em hîvîyêne wekî hejmara deyn û karê wê bibe 47 selef, ya ku wê bona Ermenîstanê çareserkirîbe: cîgirê wezîr

Li Ermenîstanê hîvîyêne wekî îsal hejmara deyîn û kara dewletê wê bighîje 47 selefî. Armanca hukumatê ewe ku vê hejmarê nava salên pêşîyêda xweyke.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê fînansa Êdûard Hakobyan li parlamêntê gotîye.
Bi gotina cîgirê wezîr, ajansên navneteweyî wê yekê hesab hildidin û didine dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê ew sînor daye milahîmkirinê.







