H’emû nûçeSereke

Endamtîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda bona me niha girînge: Vaxarşak Hakobyan

Nava van salên dawîda, çawa endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, Ermenîstan gihîştîye açixîyên mezin.Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Vaxarşak Hakobyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku Nîkol Paşînyanê serokwezîr wê beşdarî civînên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Hevalbendîya Welatên Serbest bibe, yan na.

“Sala derbazbûyî, pêşkeftina Ermenîstanêye êkonomîkî bi 12,7 selefî zêde bûye û ew yek ne tenê li herêmê, usa jî bi dereca cîhanê berbiçev bû. Ev hemû  destanîn nava doranên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda hebûne û ev gelekî normale, wekî emê beşdarî civînên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibin. Derheqa seredanên serokwezîrda em ji kanîyên hukumatê pê dihesin û ez wê yekê wî cûreyî didime dîyarkirinê.Min fikira xwe da dîyarkirinê û ez difikirim wekî endamtîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda bona me girînge, ew yek tiştên baş dide welatê me”,-parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button