H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dixweze ewqasî nêzîkî Yekîtîya Avropayê bibe, çiqasî Yekîtîya Avropayê wê ewê yekê çawa tiştê bûyînê hesabke:Ararat Mîrzoyan

Qebûlkirina statûta Romayê ji alîyê Ermenîstanêda nîşandayîna berdewamkirina pêvajoya dêmokratîke.Derheqa wê yekêda,wextê civîna wezîrên karên der, ya hevkarîya Rojhilatê, ya li Bryûsêlê,wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.

“Nenihêrî wê yekê, wekî salên dawî  pêşîya me dijwarîyên cuda-cuda hebûn, lê pêvajoya dêmokratîzasîyakirinê û werguhastina li Ermenîstanê nesekinîne”,-Mîrzoyan gotîye.

Mîrzoyan serda zêde kirîye, wekî bi xwegîhandina mehkema navneteweyî, Ermenîstanê emekê xwe kirîye nava qewînkirina sîstêma hiqûqa navneteweyî û li gorî berjewandîyên xweye miletîyê birîyar qebûl kirine.

Nava axaftina xweda wezîrê Ermenîstanêyî karên der birîyara komîsîya Avropayê, ya derheqa hevraxeberdanên  tevî Moldovayê, Ûkraînayê û Gurcistanê, yên bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda, silav kirîye.

Ararat Mîrzoyan daye bawarkirinê, wekî Ermenîstanê ne tenê vê rêyêra here û wê ewqasî nêzîkî Yekîtîya Avropayêbe, çiqasî Yekîtîya Avropayê wê yekê çawa tiştê bûyînê hesabke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button