H’emû nûçeSereke
Xwestina Ermenîstanê heye ku li herêmê aşîtîya wededirêj û qewîn îzbatbe: Ararat Mîrzoyan

Xwestina hukumata Ermenîstanê heye ku li herêmê aşîtîya qewîn û wededirêj îzbatbe.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê civîna li Bryûsêlê, ya hevkarîya Rojhilatê gotîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
“Me bi menîyên cûre-cûre amadebûna xwe daye dîyarkirinê, ku em tevî cînarên xwe nava pêwandîyên normaldabin û li herêmê aşîtî û qewînbûna wededirêj îzbatkin”,- Mîrzoyan nava axaftina xweda daye dîyarkirinê.
Wezîrê karên der daye bawarkirinê,wekî Ermenîstan amadeye vî alîda pêşda here: li ser wan prînsîpa, yên ku derheqa naskirina yekîtîya têrîtorîya, naskirina sînora, vekirina rîyadane.







