H’emû nûçeSereke

Bona girtina rûpelê dew û dozên li Qafqasîya Başûr pêwîste ku tevî hevkarên navneteweyî piştgirîya zelal bê kirinê:Ararat Mîrzoyan

Bona girtina rûpelê dew û dozên li Qafqasîya Başûr û îzbatkirina aşîtîya qedirbilind, pêwîste ku tevî hemû welatên cînar û hevkarên navneteweyî piştgirîya zelal bê kirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararart Mîrzoyan, wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Êstonîyayêyî karên der Margûs Saxkna gotîye.

“Hevdîtina min, ya tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der, ya dawî 18 ê îlonê li Nyû Yorkê, nava dorana civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, pêk hatîye.Sê meh ji wê roja hevdîtinê derbaz bûne, lê li herêmê bûyarên berbiçev qewimîne.Heger meha îlonê me pirsên derheqa mafên ermenîyên Qerebaxê, pirsên ewlehkarîyê, pirsên derheqa hildana dorgirtina korîdora Laçînê gotûbêj dikirin, rojtira mayîn  Adirbêcanê dijî cimeta Qerebaxê êrîş destpê kir û halê li  hermê hate guhartinê. Rûyê paqijkirinên êtnîkîda roja îroyîn li Qerebaxê ermenî nemane û ji sed hezarî zêdetir ermenîyên Qerebaxê bûne penaber û hatine Komara Ermenîstan”,- Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wî, hukumat cedandina dide xebatê, bona ku piştgirîyê bide hewcetîyên ermenîyên Qerebaxê.

“Li vir ez dixwezim razalixîyê elamî hukumata Êstonîyayê bikim bona wê piştgirîyê, ya bona penaberên ermenî”,- Mîrzoyan gotîye.

Wezîrê karên der bîr anîye, wekî prînsîpên bona pêşdaçûyîna nava hevraxeberdanada evin: naskirina sînora, naskirina yekîtîya têrîtorîya, vekirina rîya. Wî alîda em bernama “Xaçerêya aşîtîyê” girîng hesab dikin bi kîjanê Ermenîstan pêşda hatîye”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button