H’emû nûçeSereke
Ermenîstan çawa endama komîtêya YÛNÊSKO ê, ya konvênsîya sala 1954 a hatîye hilbijartinê
Li Parîzê civîna YÛNÊSKO ê, ya konvênsîya sala 1954 a pêk hatîye. Wextê civînê Komara Ermenîstanê çawa endama komîtê, bi wedê çar sala hatîye hilbijartinê.Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê elam kirîye.
Cîgirê wezîr Alfrêd Koçaryan nava axaftina xweda derheqa mîrata ermenîye çandî, ya li Qerebaxê xeberdaye.Alfrêd Koçaryan daye dîyarkirinê,wekî gelek şedetî hene wekî mîrata ermenîye çandî li Qerebaxê, usa jî li Nexçêvanê û li beşên Adirbêcanêye mayîn tê tunekirinê.