H’emû nûçeSereke
Ew yek wekî elametîya Ermenîstanê û Adirbêcanêye tevayî hate belavkirinê, hinek jî bi saya piştgirîya me bû: Mîşêl

Ne ku cîh girînge, lê fikira wê girînge. Derheqa wê yekêda serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl gotîye radyoya “Aza” ê dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku peymana aşîtîyê li kîderê dikare bê morkirinê.
“Ew yek wekî elametîya Ermenîstanê û Adirbêcanêye tevayî hate belavkirinê, hinek jî bi saya piştgirîya me bû. Em piştgirîyê didine wan, tevî wan dixebitin, ku hevdîtina nû teşkîlkin, ya ku dikare li Bryûsêlê pêk bê.Feqet, bi fikira me, tiştê herî girîng encame, lê ne ku cîhê hevdîtinê, çimkî ewlehkarî û aşîtîya li Ermenîstanê û Adirbêcanê pirsa here pêşine”,- Mîşêl gotîye.







