H’emû nûçeSereke

“Gelo peymana aşîtîyê  bê garantîyakirinê?”: Şarl Mîşêl ji bersiva raste-rast xwe dûr xistîye

Nava hevraxeberdanada berî her tiştî normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye.Derheqa wê yekêda serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl wextê hevpeyvîna tevî radyoya “Aza” ê gotîye.

“Peymana aşîtîyê bona normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenstanê û Adirbêcanêdaye. Ev peyman gerekê li ser hîmê pêvajoya dîyarkirina sînorabe û ev peyman dikare usa jî  bibe doran, kîjanê em dikarin çawa  milahîmkirina tevgirêdanên li herêmê bidine xebatê û ew yek usa jî bona welatên hermêye mayîn başe”,- serokê Şêwira Avropavyê gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo garanta mexsûs, ya bona peymana aşîtîyê wê hebe, yan na, serokê Şêwira Avropayê raste-rast bersiv nedaye: “Civaka navneteweyî garante, nava wêda usa jî Yekîtîya Avropayê, ya ku dîna xwe didê, ku li wir çi diqewime”,-Şarl Mîşêl navê tu kesî nedaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button