H’emû nûçeSereke

Mafên ermenîyên Qerebaxê gerekê nava çarçoveya konstîtûsîya Adirbêcanêda bêne garantîyakirinê: Mîşêl

Mafên ermenîyên Qerebaxê û ewlehkarîya wan gerekê nava çarçoveya konstîtûsîya Adirbêcanêda bêne garantîyakirinê. Derheqa wê yekêda serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl gotîye radyoya “Aza” ê û serda zêde kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê dora wê pirsê hevraxeberdana tevî serokatîya Bekûyê berdewam dike.

“Em difikirin,wekî mafê ermenîyên êtnîk heye ku ew paşda vegerin, yan jî ew bikaribin li wêderê biqesidin û ewlehkarî, usa jî mafên wan gerekê bêne garantîyakirinê.Wî alîda normên navneteweyî hene, yên ku gerekê li gorî konstîtûsîya Adirbêcanê bêne qedirgirtinê û nava wê çaroçoveyêda jî mafên wan netewên kêmjimar gerekê bêne garantîyakirinê”,- Mîşêl gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî garanta wê pirsê gerekê desthilatdarîya Adirbêcanêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button