H’emû nûçeSereke
Wezîrê Êstonîyayêyî karên der li Yêrêvanê derheqa rîya Yekîtîya Avropayêda, ya bona Ermenîstanê daye dîyarkirinê

Wezîrê Êstonîyayêyî karên der Margûs Saxkna bang kirîye ku cimeta ermenîra şirove bikin ku rîya jîyanêye diha baş heye.
Wextê prêss-konfêransa li Yêrêvanê, wezîrê Êstonîyayê gotîye,wekî ew têma ya girane û deh sal wê pêwîstbin, lê ew amadene piştgirîyê bidine wê proseyê.Ewî gotîye, wekî welatên Yekîtîya Avropayê fem dikin ku qirarên berfirehbûnê ne tenê derheqa Ûkraînayê û Molodvayêdanin, lê usa jî derheqa wan welatadanin, yên ku bi deha sala hîvîya rêya pêşkeftinêne.







