H’emû nûçeSereke

Em naxwezin kîsî welatekî mayîn tevî welatekî din pêwandîyên xwe bidine başkirinê: Kêrobyan derheqa dîvêrsîfîkasîyayêda

Em gava diavêjin, ku piştgirîyê bidine wan meriva, yên ku bi alîyên sêemnîn eşîya dertînin.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye rojnamevana.

“Ez naxwezim bi hûrgilî bêjim, dema ku birîyar hebin hûnê derheqa wê yekêda pê bihesin.Ez dixwezim bêjim, wekî xebat nesekinîye. Ji alîkî mayînva jî planên me hene, ku em bi alîyên mayînva cedandina zêdekin bona ku dîvêrsîfîkasîya deranîna eşîya hebe”,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî gelo dewsa sûka Rûsîyayê dikare sûkeke mayîn bibînin, heger 40 selefên eşîyayên Ermenstanê diçe Rûsîyayê, Kêrobyan gotîye: “Em naxwezin kîsî welatekî mayîn tevî welatekî din pêwadîyên xwe bidine başkirinê. Em zanin, wekî potênsîyala mezin heye û em gerekê bixebitin.Sûkên nû  bi şuxulkarîya xweva hê eyan nînin û gelek cara bona sûka nû pêwîste eşîyakî nû çêkin. Ew yek xebateke mezine”.

Bi gotina Kêrobyan, bona Ermenîstanê roja îroyîn sûkên Asîya Rojhilatê, yên Hindistanê, Çînistanê, Yaponîyayê yên here balkêşin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button