H’emû nûçeSereke

Ermenîstan amadeye rêyên hesinî, yên Gumirî-Qers û Yêrasx-Nexçêvanê bidine dasekinandinê: Mîrzoyan

Meriv nikare kemala tranzîta transportêye bona welatên ku behra wan tune, hesab hilnede û ew yek bona welatên mînanî yê me çawa tiştekî girîng dimîne.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  wextê hevdîtina wezîra, ya welatên ku behra wan tune, gotîye.

Bi gotina Mîrzoyan, rîya Ermenîstanêye berbi behrê jî tune û sînorên wêye berbi rojavayê û rojhilatê nava 30 salên dawîda dorgirtîne.

Mîrzoyan nava axaftina xweda derheqa projeya hukumata Ermenîstanê, ya bi sernavê “ Xaçerêya aşîtîyê” xeberdaye û gotîye, wekî ew yek dibe stûneke rojeva qewînbûn û aşîtîya li Qafqasîya Başûr.

Ermenîstan amadeye rêyên hesinî, yên Gumirî-Qers, Hrazdan-Kapan, Vanazor-Agarak, Yêrasx-Nexçêvan bide dasekinandinê.Projeya hukumatê wê mecalên heyî jî bide tijekirinê”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button