H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bi destî “Xaçerêya aşîtîyê” dikare bi rîya bakûr-başûr, usa jî rojhilat-rojavayêva bê girêdanê: Paşînyan

Fikira me ewe, wekî aşîtî berê ewlin mecala pêwandîyên êkonomîkî,  çandî, sîyasî û heyîna wane.Ev pêwandî nikarin bêyî rêyên transportê hebin û eve menî, wekî me nêzîkbûnên xweye hindava vekirina rîya nava projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da daye tomerîkirinê, ya ku derheqa vekirina rêyên herêmêdane û ew yek usa jî behrêva tê girêdanê. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevdîtina wezîra, ya welatên ku behra wan tune, gotîye.

Serokwezîr usa jî bîr anîye, wekî  ji 30 î salî zêdetire ku sînorên Ermenîstanê, yên tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê girtîne.

“Roja îroyîn civaka navneteweyî û welatên herêmê derheqa mecalên vekirina rêyên herêmîda gelekî xeber didin û gotûbêjkirina dikin.Ez wê yekê gelekî girîng hesab dikim, ku derheqa amadebûna Ermenîstanêda bêjim, ku em amadene gavên praktîk û konkrêt bona vekirina rêyên herêmîda biavêjin”,- Paşînyan gotîye.

“Ermenîstan amadeye rêyên hesinî, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bide dasekinandinê.

Berî her tiştî pêwîste ku rîya bakûr, ya ku qeza Ermenîstanêye Tavûşê nehîya Adirbêcanêye  Qazaxêva dide girêdanê û ya duemîn rîya başûr tevî nehîyên Adirbêcanêye li Nexçêvanê dide girêdanê. Me derheqa wê yekêda bi fermî gotîye û em îro jî bi fermî dibêjin.

Ya mayîn derheqa rêyên avtomaşînadaye, li kîderê dikare rîya bakûr hebe û em dibînin, wekî mecalên nû bona herêmê wê bêne vekirinê û bi heyîna “Xaçerêya aşîtîyê” bi rîya bakûr-başûr û rojhilat-rojavayê welat bi hevva bêne girêdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button