Pûtîn dibêje wekî dûrketina Ermenîstanê, ya ji Hevalbendîya Welatên Serbest, Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û endamtîya nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ne gorî berjewandîyên Ermenîstanêye

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn beşdarnebûna desthilatdarîya Ermenîstanê, ya wextê cêrge merasîmên întêgrasîyon şirove kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprês” ê Pûtîn usa jî daye dîyarkirinê, wekî derketina Ermenîstanêye ji wan organîzeya ne gorî berjewandîyên Ermenîstanêye.
“Ez nafikirim,wekî derketina Ermenîstanêye ji Hevalbendîya Welatên Serbest, Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Organîzeya Ewlehkarîya Kolêktîv wê gorî berjewandîyên Ermenstanêbe.Çi jî hebe, ew hilbijartina wî welatîye”,- serokê Krêmlê gotîye.
Çi ku derheqa beşdarnebûna Nîkol Paşînyanê serokwezîrdane, yên wextê merasîmên tomerî, Vladîmîr Pûtîn daye dîyarkirinê, wekî ew yek hinek pêvajoyên Ermenîstanêva girêdayîye û wê yekêva girêdayî nîne ku ew xebata tevî wan organîzeyên întêgrasîyon berdewamkin, yan na.
“Emê bibînin ku pêşerojêda wê çawabe”,-Pûtîn gotîye.







