H’emû nûçeSereke
Zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanêda bi 2,4 cara zêde bûye: Kêrobyan bayloz qebûl kirîye

Kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Kanadayêda ji çileya sala 2023 a hetanî cotmehê gihîştîye 77,8 mîlyon dollarî.Himberî sala derbazbûyî, ew bi 2,4 cara zêde bûye. Derheqa wê yekêda wextê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan û baylozê Kanadayêyî li Ermenstanê, Êndryû Tirnêr hatîye gotinê.
Destpêka hevdîtinê Vahan Kêrobyan derheqa êkonomîka Ermenîstanêda raber kirîye. Xeberdan usa jî derheqa atmosifêra bîznêsê û învêstîsîyonda jî çûye.Pirsên hevkarîya dualî hatine gotûbêjkirinê.Em serda zêdekin, wekî 25 ê cotmehê li Yêrêvanê baylozxana Kanadayê hatîye vekirinê.







