H’emû nûçeSereke

Em li warê pêşxistina têkilîyên bazirganîyê û aborîyê yên di navbera Fêdêrasîya Rûsîyayê û Komara Ermenîstanêda pêşkeftinê dibînin: Ovêrçûk

Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksê Ovêrçûk bal kişand ser  ser têkilîyên bazirganîyê û aborîyê yên di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanê.

Bi ragîhandina “Armênprêss”ê, Ovêrçûk  derheqa wê yekêda li Yêrêvanê nava dorana civîna hevkarîya hukumatên ermenî û rûs gotîye.

Ovêrçûk wextê axaftina xweye bi rojnamevanara eşkere kir ku  civîn  pêşkêşî hevkarîyê yên di warên aborî, veguhestin, perwerdê û çandê de hatîye kirinê û  hemû rêyên hevkarîyê cîhên xwe girtine.

“Em di warê pêşxistina peywendîyên bazirganîyê û aborîyê yên  di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda dibînin”,- cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê gotîye

Ewî civînêda bal kişand ser wê yekê ku Rûsîya hevkara sereke ya bazirganîyê ya Ermenistanê ye, nava 9 mehên  sala 2023 da qedera bazirganîyê ya sala borî ji  43,5 selefî derbaz bûye û gihîştîye  4,4 mîlyard dollarî. Ewî usa jî  derheqa hinardekirin û hatina berhemên eşîyayên malhebûna gundîtîyêda xeberdaye.

Civînêda derheqa pirsên têkildarîyên hevkarîya veguhestinê, başkirina xizmetên veguheztinê yên ji bo rêwîyan hatin gotûbêjkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button