H’emû nûçeSereke

Emê li gorî berjewandîyên dewleta Ermenîstanê hemû tiştî hesab hildin: Paşînyan derheqa derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv

Dîyarkirinên desthilatdarîya Ermenîstanê didine kifşê, wekî kirinên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, yên dêfakto, yan jî bêkarî borcdarîyên wêye hindava Komara Ermenîstanê nadine kifşê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêsss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî bersiva pirseke welatîkî daye, ku gelo bona çi birîyara derheqa derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qebûl nakin.

Bi gotina serokwezîr, xwestina sîyasî heye û ewê li gorî pêwîstîyê bê birîyarkirinê, ya ku wê gorî berjewandîyên Komara Ermenîstanêbe.

“Bona çi em birîyarê qebûl nakin? Emê li gorî  berjewandîyên Ermenîstanê dîna xwe bidine pirsê. Heger em niha birîyarê qebûl nakin, ew jî li gorî berjewandîya Ermenîstanêye.

Dîyarkirinên me didine kifşê, wekî kirinên organîzeyêye dêfakto, yan jî bêkarîya wê, ne gorî borcdarîyên wêne, yên hindava Komara Ermenîstanê. Ew yek dide kifşê, wekî kirinên organîzeyê ne gorî berjewandîyên Ermenîstanêne.Em vê pirsê bi cûrê zelal  dikin”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, alîyê ermenî dixweze hetanî mecala dawî hemû tiştî bike, ku fem bikin ku organîze çi dixweze û tabîya xwe bona organîzeyê bidine zelalkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button