H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare ji Hindistanê sîstêmên rokêtaye “Akaş” dest bîne

Ermenîstan dikare ji Hindistanê sîstêmên rokêtaye “Akaş”, yên bona dûraya nêzîk, bona xweparastina ji êrîşên hewê, bikire.

Derheqa wê yekêda portala “EurAsianTimes” ê nivîsîye.

Ew komplêks dikare carekêra çend hedefa bide  tunekirinê. Mecalên wêye êlêktronî, yên dijî hedefa hene.Temamîya sîstêma wê komplêksê li ser tekerekaye, ya ku dikare cîguhastîbe.

Ew dikare helîkoptêra, teyara û dirona bîne xwerê, yên ku li ser dûraya ji çara hetanî 25 kîlomêtrane.Ew komplêks bi temamî otomatîke, ew hedefa dibîne û wana tune dike.

Portalê daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan têra dibîne wan komplêksa bikire.

Sîstêma “Akaş” gorî hewcetîyên Yêrêvanê, yên nava şerkarîya dijî dironên Bekûyê dixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button