
Bi seda êzdîyên ku welatîyên amêrîkîne, li mehkemê dijî kompanîya fransîye Lafarge ê şuxul vekirine, çimkî wê kompanîya fransî ya ku sêmêntê çê dike, nava fînansekirina DAÎŞ ê da gunehkar dikin. Derheqa wê yekêda Reuters ê elam kirîye. Ewên ku erze dane, wextê komkujîya êzdîyaye li Îraqê, sala 2014 a ji Îraqê revîne.
Mehkema Nyû Yorkêye fêdêral nava birîyara xweda daye dîyarkirinê wekî kompanîya Lafarge ê piştgirî daye DAÎŞ ê û bona wê yekê gerekê kompêsasîyayê bidine merivên ku sax mane.
Cotmeha sala 2022 a ew kompanîya nava wê yekêda hatîye gunehkarkirinê, ku ewê piştgirî daye wan organîzeya, yên ku li Amêrîkayê çawa yên têrorîstî tên hesabê.
Kompanîyayê mehê nêzîkî şeş mîlyon dollar daye DAÎŞ ê ku ew bikaribe li bakûrê Sûrîyayê xebata xwe berdewam bike. Nava encamê proseya mehkemêda, kompanîya fransî bi 777 mîlyon 78 hezar dollar hatîye cirmkirinê.







