Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv çend cara daye dîyarkirinê, wekî bêkarîya dijî Ermenîstanê mîyaser kirîye: serokê parlamêntê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan difikire,wekî Yêrêvan gerekê hevkarîya tevî Hevalbendîya Welatên Serbest berdewam bike.
“Wî alîda em gerekê aktîvbin, çimkî ew yek formateke hevkarîyêye, ya ku karê dide welatê me, mînanî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, li kîderê em nava zona êkonomîkîdanin û êkonomîka welatê me wê yekêva girêdayîye”,- Sîmonyan bersiva pirsa radyoya “Azadî” ê daye.
Çi ku derheqa Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvdane, serokê parlamêntê gotîye, wekî organîzeyê bi çend kirinên xweye bêkarîyêva daye dîyarkirirnê,wekî ew yek dijî Ermenîstanêye.
“Em nafikirin, wekî leşkerên organîzeyê gerekê bihatana û berbi azêrîya agir bikirana. Feqet hema qe na gerekê qîmetekî sîyasî bidana û me ew yek nedît”,- ewî gotîye.
“Em tenê axa Ermenîstana serbixwe diparêzin û me tenê dîna xwe dida berjewandîya Komara Ermenîstanê û heger li gorî berjewandîyên Ermenîstanê tiştek pêwîste bê kirinê, wî çaxî birîyara wî cûreyî wê bê qebûlkirinê û cimeta Ermenîstanê wê derheqa wê yekêda bizanibe”,-ewî gotîye.
“Bi wê yekêva tevayî, ez baxşandinê dixwezim bona wan gava, yên piştî bêkarîyê, çimkî hevkarên me tu tişt nîşan nedan û niha jî wî cûreyîye. Ew berjewandîyên xwe hesab hiltînin û ew yek jî îzinê dide me ku em jî berjewandîyên xwe hesab hildin”,-Sîmonyan gotîye.
Van axirîya li ser fona pêwandîyên ermenîya-rûsaye sertbûyî, nevsên ermenîye fermî beşdarî hevdîtin û civînên bi serokatîya Rûsîyayê nabin.
Ofîsa serokwezîrê Ermenîstanê hê nedaye zelalkirinê, ku ewê dawîya salê beşdarî hevdîtina serokên Welatên Hevalbendîya Serbest bibe, yan na.







