
Nava encamên bombebarandinada, yên pevçûyînên di navbera çekdarên piştgirên tirka û hêzên hukumata Sûrîyayê 32 meriv hatine kuştinê, gelek binelîyên edil û leşker jî birîndar bûne.
Merkeza Sûrîyayêye monîtorîgê, ya mafên mêriv elam kirîye, wekî êvara yekşemê nava encamên bombebarankirinên li Îdlîbê 14 binelîyên edil hatine kuştinê.
Çekdara li nêzîkî bajarê Latakîyayê derb gîhandine hêzên hukumata Sûrîyayê.Nava encamê wê êrîşêda pênc leşker hatine kuştinê.
Çawa bersiva wan êrîşa, hêzên hukumatên bajarên Nûbilê û Zehrayê bombebaran kirine.Nava encamê wê yekêda jî 7 meriv hatine kuştinê, 6 jî birîndar bûne.







