H’emû nûçeSereke
Li gorî encamên sala 2023 a li Ermenîstanê asta kesîbtîyê wê carekêra bikeve: wezîrê êkonomîkayê
Ez li ser wê fikirême, wekî li gorî encamên sala 2023 a li ser fona zêdaya êkonomîkî asta kesîbtîyê wê carekêra bikeve.Derheqa wê yekêda wextê hemcivîna navneteweyî, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
Ewî bîr anîye wekî Ermenîstan li zona êkonomîkîye bilinddane û nava du salada ew ketîye nava navnîşa wan welata, yên ku lez pêşda diçin.
Ewî bi razîbûn daye dîyarkirinê,wekî nenihêrî wê yekê ku banka hemcîhanî têra dîtibû ku sala 2023 a dereca kesîbtîyê li Ermenîstanê dikare ji 26,5 selefî bilindbe û bighîje 39,6 selefî, hukumatêra li hev hatîye wan hejmara bidine kêmkirinê.