H’emû nûçeSereke

“Rosatom” ê careke mayîn wedê xebata stansîya ermenîye atomî dirêj bike

Kompanîya Rûsîyayêye “Rosatom sêrvîs” ê  û “Stansîya ermenîye atomî” peyman îmze kirine, ku wedê xebata stansîya ermenîye atomî hetanî sala 2036 a dirêjkin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê “Rosatom” ê daye dîyarkirinê, wekî ew peyman nava çarçoveya civîna di navbera hukumata Ermenîstanê û Rûsîyayêda hatîye destanînê.

Xebitandina stansîya ermenîye atomî, faktora serbixwetîya ênêrgêtîkîye.Deranîna ênêrgîya atomî kanîya ênêrgîyayêye paqije.

Sala 2014 a hukumata Ermenîstanê berbirî “ Rosatom” ê bibû ku pirsa  dirêjkirina xebata stansîyayê bidine mîyasekirinê.Xebatên bona wê yekê ji sala 2015 a da destpê bibûn û sala 2021 ê ser hevda hatine.

Wedê xebitandina stansîyayê sala 2026 a ser hevda tê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button