H’emû nûçeSereke

Ev yek bi zanebûn hatibû kirinê ku pirsgirêka Qerebaxê bikaribûna çawa qamçî li ser serê Ermenîstanê xweykirana: Paşînyan

Piştî şerê 44 roje û hê berî wî şerî jî me nava frotanê,teslîmkirinêda gunehkar dikirin. Feqet, heger gunehkarkirina obyêktîv hebe gerekê derheqa tiştekî mayîndabe, wekî me cimeta xwera nava pirsa Qerebaxêda xeber nedaye. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Nîkol Paşînyan elam kirîe, wekî nava pêvajoya hevraxeberdanên bona helkirina pirsgirêka Qerebaxê tu cara cûrê helkirinêyî usa nehatîye pêşnîyarkirinê, ku pirsgirêk bê helkirinê: “Hemû cûrên pirsê li ser sivirê bûne, ji prînsîpên Madrîdê jortir texmîn kirine ku pirsgirêka Qerebaxê nayê helkirinê. Tenê cûrekî helkirinê hebûye, ew jî sala 1999 a û heger ew bihata îmzekirinê, meriv dikaribû bigota,wekî pirsgirêka Qerebaxê hatîye helkirinê, ew yek cûrê pevguhartina Mêxrîyê û Qerebaxê bû. Li gorî wê Mêxrî gerekê teslîmî Adirbêcanê bikirana, lê Qerebax jî dighîşte Ermenstanê. Xêncî wê cûrekî mayîn tunebû.Ew yek bi zanebûn hatibû kirinê bona pirsgirêka Qerebaxê çawa qamçî bikaribûna ser serê Ermenîstanê xweyî bikirana, lê diqewime ser serê Adirbêcanê jî. Ez nizanim, diqewime hinek meriv usa difikirîn, lê ez niha derheqa Ermenîstanêda dibêjim. Heger li ber te mecaleke rastkirina proseyê heye, tu dikarî gotûbêj bikî û birîyarkî. Lê heger tu nizanî û mecal tune, tu nikarî proseyê bînî ber çevê xwe û ew yek bi praktîkî dibe tiştê nebûyînê”,-serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button