H’emû nûçeSereke
Li civîna şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê pirsên derheqa normalkirina pêwandîyên tevî Adirbêcanê û çareserkirina ewlehkarîya xurek hatine gotûbêjkirinê
Bi serokatîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr civîna şêwira ewlehkarîyê pêk hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, xêncî endamên şêwirê, beşdarî civînê bûne usa jî serokê parlamêntê Alên Sîmonyan, serokê admînîstrasîya serokwezîr Arayîk Harûtyûnyan, wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan, serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der Sargîs Xandanyan û serokê fraksîya “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan.
Li civînê pirsên derheqa normalkirina pêwandîyên tevî Adirbêcanê û çareserkirina ewlehkarîya xurek, usa jî pirsên mayîn hatine gotûbêjkirinê.