H’emû nûçeSereke

Şêwira hêzên dêmokratîk, ya miletîyê bangî civaka navneteweyî kirîye ku dijî Adirbêcanê sankîsya bidine xebatê

Şêwira hêzên dêmokratîk, ya miletîyê bangî civaka navneteweyî kirîye ku bona zordarîyên sîyasî, dijî Adirbêcanê sankîsya bidine xebatê. Derheqa wê yekêda ajansa “Tûran” ê ragîhandîye.

Nava elametîya şêwirêda hatîye bîranînê, wekî gunehkarkirinên bêhîm û usa jî girtinên meriva, yên ku dijî rêjîmê xeber didin, navên wan meriva hatine dîyarkirinê, yên ku hatine girtinê: Gûbad Îbadoglû, Tofîk Yagûblû û gelekên mayîn. Desthilatdarîya Adirbêcanê bi qewatkirina zordarîya dicêribînin ji qezaîyayên gêopolîtîkî û hundurê welêt bidine çareserkirinê, çimkî li welêt pirsgirêkên sosîyalî û krîzeya êkonomîkî kûr dibin. Temamîya herêmê nava heja Avroîntêgrasîyayêdane û ji wê yekê desthilatdarîya welêt ditirse.

Xudanên elametîyê bangî desthilatdarîyê kirine ku girtîyên sîyasî aza berdin.Usa jî bang hatîye kirinê ku civaka navneteweyî sanksîyayên dijî Adirbêcanê bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button