H’emû nûçeSereke

Em bang dikin ku paşda vegerine berbi hevraxeberdanên edil û dîyarkirina  sîrnora: Komfort Êron li ser sînorê Ermenîstanê bû

Seroka koma krîzeyê, ya navneteweyî Komfort Êron li Ermenîstanê tevî koma Yekîtîya Avropayêye sîvîl, ya dîtindarîyê li ser sînorê Ermenîstanêyî tevî Adirbêcanê qesidîye. Derheqa wê yekêda ewê mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.

“Tiştekî ecêbe ku tabîyên herdu alîya çiqasî nêzîkî hevin û ew jî nêzîkî gunda.Birîyara Yekîtîya Avropayê, ya zêdekirina mîsîya xwe ya silavkirinêye.Binelîyên gund gelek cara dengên agirkirina dibihên, lê nava mehên dawîda hejmara kuştîya kêm bûye”,- Êronê nivîsîye û gotîye, wekî heger Bekû û Yêrêvan beşdarî mîsîya avropîye dîtindarîyê bibin, wî çaxî ew dikare alî pêşîtgirtina bûyarên wî cûreyî bike û hevkarîya li ser sînora çêbe.

Koma kirîzeyê bangî herdu alîya jî dike ku paşda vegerine berbi hevraxeberdanên edil”,- seroka koma krîzeya navneteweyî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button