Ermentîstan 280 mîlyon dollar deyndara Rûsîyayêye, lê Rûsîya jî deyndara Ermenîstanêye ji 200 î hetanî 400 mîlyon dollar

Eva îdî ji salekê zêdetire ku zelal bûye wekî Rûsîyayê sîlihên bahê bi seda mîlyona dollara neşandîye Ermenîstanê, kîjan Ermenîstanê piştî şerê 44 roje dabûne Moskvayê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr 29 ê îlona sala 2022 a gotîye, û nerazîbûna xwe daye dîyarkirinê.
Piştî bilindkirina vê pirsê îdî salek çar meh derbaz bûne, lê ji kengêva ew yek dîyare, eyan nîne. Usa jî eyan nîne ku hejmara pera çiqase û sîlihên çi cûreyî gerekê bihatana dayînê. Tenê hatîye dîyarkirinê, wekî ji 200 î hetanî 400 mîlyon dollare.
24 ê mijdarê wextê weşana zindî, wextê dayîna bersivên pirsên welatîya, Paşînyan ssênarek raber kir ku çi cûreyî dikarin perên ku dane Moskvayê, paşda bînin.
Hatîye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan 280 mîlyon dollar deyndara Rûsîyayêye. Ev deyn ji hildana krêdîta pêşda hatîye. Sala 2015 a Ermenîstanê bona bernama dasekinandina stansîya atomî krêdîta 270 mîlyonê ji Rûsîyayê hildabû.Hema wê salê jî ji Rûsîyayê başqe krêdîta 200 mîlyon dollar bona destanîna sîliha hatîye hildanê.Bermaya vê krêdîtê 80 mîlyon dollare.Krêdîta sed mîlyonê Rûsîyayê sala 2017 a daye û bermayê wê krêdîtê dighîje 97 mîlyon dollarî.
Zelal nîne ku piştî şêr Ermenîstanê pere dane Moskvayê, çimkî wekîlên desthilatdarîyê wê yekê nadine dîyarkirinê.
Serokê komîtêya pirsên parastinê, ya parlamêntê Andranîk Koçaryan wê yekê çawa helkirina pirsê hesab nake ku heger bê birîyarkirinê ku perên bona sîliha başqekirî dewsa deyna bidin.
Em bêjin, wekî paşdaêxistina dayîna sîliha li ser fona neqedandina borcdarîyên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, yên hindava Ermenîstanê dibe.







